Sivan Perwer®

Kine Em

Home ::::: Ey FERAT ::::: Hay Dil ::::: Gele min Rabe Em Hatin

 

.::: Kine Em :::.

Ez bi hesani ango, ve helbeste, hew bi deng u tembura xwe dibeiim Nivis ya Mamoste Cigerxwin e u bi amadekariya min ji helbest hatiye hazir kirin. Ez hevidar im ku sun de ev helbesta ji hela pir kesi we bexwendin. Lew helbest, gele Kurdistane tine ziman.
Sivan Perwer
Kine em
Cotkar u karker
Gundi u rencber
Hemu proleter
Gele Kurdistan
Sores u volqan
Tev dinamet in
Agir u pet in
Sor in wek etun
Agir giha qepsun
Gava biteqin
Dinya diheji
Ev pet u agir
Dijmin dikuji
Kine em
Hey hey kine em?

Em in rojhilat
Tev birc u kelat
Tev bajar u gund
Tev zinar u lat
Ji deste dijmin
Dijmine xwinxwar
Xurt u koledar
Ji Rom, ji Freng
Di rojen pir teng
Bi kustin u ceng
Parast, parast,
parast min ev rojhilat
Kine em?
Hey hey kine em

Kine em?
Gele serfiraz
Dijmine dijmin
Doste hastixwaz
Em xwes mirov in
Ne hirc u hov in
Le cibkim be ser
Dijmin naci der
Bav u kale me
Dijin tev serbest
Naxwazin bijin
Ta ebed bindest
Kine em?
Hey hey kine em

Em in ew kurde serhisk u hesin
Iro ji dijmin ji me ditirsin
Bina barude
Kete poze me
Dixwazin hawir
Biteqin ji bin
Disa wek sera bikevin ciya
Naxwazim bimrin
Dixwazin bigrin
Kurdistana xwe
Axa Midiya
Kine em?
Hey hey Kine em?

Em in ew Kardox, Xaldewe kevnar
Em in ew Mitan, Nayri u Subar
Em in ew Lolo, Kardok u Kudi
Em in Mad u Gos
Huri u Gudi
Em in Kurmanc u Kelhor, Lor u Gor
Em in, em Kurd in, li jer u li jor
Cend hezar sal in
Kurdistana me
Perce perce ma
Bindeste dijmin

Iro ji Lor u Kelhor u Kurmanc
Ji deste xwe berdan ew text u ew tac
Hinek bun axa
Hinek jen bun beg
Hinek jen bune cahse jardaran
Kurdistan firot wan tev neyaran
Bune mezhebdar, bune olperest
Bune pasveru bi tisbi u xist
Ta ku dijmin sikand li me ser u pist
Me dan bin lingan dewlet u hebun
Bun dijmine hev perce perce bun
Ta ko Kurdistan
Ta ko Kurdistan
Jar u perisan
Kete bin destan
Ta ko Kurdistan
Ta ko Kurdistan
Jar u perisan
Kete bin destan

Ketin xewe
Ketin xewe
Ketin xewa zilm u zore
Ketin xewa bindestiye
Raketin, raketin
Yekcaran sere xwe rakirin
Le dijmin seri zu jekirin
Yek carna sere xwe bi hez rakirin
Le dijmin seri zu jekirin
Le li vi xaki,
Li vi erdi toven jiyane hatiye candin
Ev erde jiyane ye
Germ dibe sar dibe
Dikele, dikele dipisiqine
Bruske dave, tavan hiltine
Ronahi dike roje li welat hiltine
Her wek en Kawa li ser xwe pek tine
Nistimanperweran diwelidine

Em in ew gela
Bele em in ejdeha
Ji xewa dili siyar bun niha
Dixwazin wek mer
Tev meji u bir
Rabin her wek ser
Sere xwe hildin
Ci serbilind in
Bi cihan carek
Em bidin zanin
Recika Marksizm
Bi recika Lenin
Kure Guhderz u Salar u Rustem
Kure Sergoh u Ferhad u Deysem
Bejin bilind in
Wek dew bilind in
Em dest direj in
Serbest dibejin
Dixwazin bi lez
Gavan bavejin
Kine em?
Hey hey Kine em

Ne xwinxwar in em,
Hastixwaz in em
Serdaren bilind gernas in herdem
Em Ser naxwazin
Diven wekhevi
Em pas ve nacin,
Le dijmin direvi
Diven bi sewre, le ew qebul naki
Diven birati le ew qebul naki
Buye wek ruvi
Li pas xwe naneri
Kine em?

Gelo bavem ci bikin
Naxwazin insani
Eris bikin u bigrin
Histu biskinin
Ev pisen mirdar
Ji nav me derxinin
Ji bo mirovan em tev dost u yar
Biji Kurdistan, bimri koledar
Kine em...


Tekst = Cigerxwin
Muzik = Sivan Perwer








Copyright © 2006 Je-Givara! all rights reserved