Zembilfiros

.:Zembilfiros:.

Qinyata dile Zembilfiros u evina Xatune. Weki baki germ bi evin, tirs, le, paqiji girtibu ser hele u herkesi, li dora Kela Farqine.Weha dibeje gele me; Zembilfiros lawike Ebas ya Emin ya nenas. Xer u Xeraca nastine, keda deste xwe dixwe, hurmeta mir u evina xatune, heskirina welat, gel, hele ya zarok u jina wi her li dile wi ye.
Heja ye Zembilfiros!..

Derves :
Zembilfiros zembila tine, Delalo zembila tine
Kolan bi kolan digerine, Nan u dahne pe distine
Zarokan pe ditevrine, Gava ew zembila tine
Xatun li birce dibine, Bi esqa dil dihebine
Aqil dice sewda namine

Sex:
Hatin were, hatin were
Kese ji dil neki bawere
Ji mirovantiye hatiye dere

Xatun:
Kuro selka vir de bine
Mir dixwaze te bibine
Buha buha ji te bistine
Lawiko ez birindar im

Zembilfiros :
Xatuna min a delal e
Min bihisti mir ne li mal e
Bazara''m bi male helal e
Xatune ez tobedar im
Delale ez tobedar im

Sex:
Hatin were carek bi cos
Car car vexwe serbeta xos
Dilqinyata Zembilfiros

Xatun:
Zembilfiros lawike beyan i
Ez dibejim tu pe dizani
Min bo esqa dil te ani
Lawiko ez evindar im



Zembilfiros:
Xatuna min azerin e
Qusur li ser te qet nin e
Le dile''m kesi nahebine
Xatune ez tobedar im
Delale ez tobedar im

Derves :
Hay, hay ,hay hawar e ha hawar e
Hay hay hay..Xatun pir evindar e
Li ber rehma xwede xwar e ,
Ji esqe maye bepar e
Evindar e ma becar e

Sex:
Xatun li jor kar d ike
Zer li eniye par dike
Kalen sedsalan har dike

Xatun :
Cave min mina eynan e
Biske min mina qeytan e
Diranen min mina mircan e
Eniya min mina fersan e
Bere min mina fincan e
Fincanen mir u pasan e
Singa min mina zozan e
Zozanen heft esiran e
Zembilfiros Lawike derwes
Le bike kef u seyran e
Zembilfiros lawike Derwes e
Keremke tu were pese
Heqe zembilen xwe bibeje
Lawiko ez evindar im

Zembilfiros :
Le le le, le le Xatune
Caven te mina zeytune
Ditirsim ji agire etune
Ya Xatun ez tobedar im
Tobedare xaliqe cebar im
Ji Ser toba xwe ez nayem xwar im

Xatun:
Zembilfiros lawike feqir e
Were ser doseka mir e
Bidim te guliyen herir e
Lawiko ez evindar im

Zembilfiros :
Tu xatuna li birc u van i
Tu li ser text u li ser seran i
Tu ji min re n abe kevani
Xwedi zarok u eyal im
Zarok tazi u birci li mal in
Xatune ez tobedar im

Xatun:
Zembilfiros lawike nenasi
Tena derpi u kirasi
Tu ji deste''m nabe xelasi
Lawiko ez evindar im

Zembilfiros :
Xatuna gerden bi mori
Qet nabe bi kotek u zori
Tirsa min ji wi rebe jor i
Xatune ez tobedar im
Tobedare Zerdeste kal im
Ji ser toba xwe nayem xwar im...

Tekst u Muzik = Geleri
Berhevkar = Sivan Perwer







Copyright © 2006 Je-Givara! all rights reserved
Home   Xewna Min   Ya Star   Naze   E-mail Me